Duh 10 hezar û 174 kes bi Covid-19ê ketine, 223 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 206 hezar û 836 kesan hatine kirin û di encamê de testa 10 hezar û 174 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 223 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 206 hezar û 836 kesan hatine kirin û di encamê de testa 10 hezar û 174 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 923 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 223 kes bi nexweşiyê mirine. 13 hezar û 864 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 326 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 127 hezar û 548e.
Her weha 44 hezar û 983 kes mirine. 4 mîlyon û 961 hezar û 120 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.