Du jinên misilman bûne endamên Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duhî hilbijêrên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) ji bo hilbijartina walîyan, endamên Meclîsa Nûneran û Senatoyê deng dane. Yekem car e ku jinên kurd bûne endamên meclîsa navborî. Rashida Tlaib û Ilhan Omar ji bo endametiya meclîsê hatine hilbijartin.
Li gor nûçeyeka CNNyê Demokratan 207 û Komarparêzan 194 kursî bi dest xistine.
Kongreya Amerîkayê ji du beşan pêk tê: Senato û Meclîsa Nûneran. Meclîsa Nûneran ji 435 endaman pêk tê.
Bixwîne - Xelkê Amerîkayê dê endamên Kongreyê hilbijêrin
Meclîsa Nûneran digel Senatoyê yasayan çêdike û qebûl dike.
Herwiha ji 56 dewletên Amerîkayê waliyê 36 dewletan jî hatine hilbijartin. Demokratan dixwest jimara endamên xwe yên li Meclîsa Nûneran zêde bike û rê li planên Trumpî yên ne bi dilê wan bigire.
Serokê DYAyê Donald Trumpî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîye:
“Em îşev gelek baş bi ser ketin. Mala her kesan ava be.”
(AS/MB)