Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê, Hulusî akarî eşkere kiriye ku du generalên artêşa wan dest ji karê xwe berdaye.
Malpera nûçeyan a bi navê veryansintv.com eşkere kiribû ku pênc generalan dest ji karê xwe berdane.
Malpera T24ê jî daxuyandibû ku wan agahiya destjikarîberdana pênc generalan piştrast kiriye.
Li gor wezîrê parastinê heta niho du generalan dest jikarê xwe berdaye û wan agahî li ser destjikarîberdana ti generalên dî nîne.
“Li TSKyê (Hêzên Çekdar ên Tirkan) general bixwazin dikarin teqawît ibin. Di mehên Kanûna Paşiyê – Sibat an jî di mehên Tîrmeh- Tebaxê de daxwaza teqawîtbûnê tê kirin. Teqawîtbûn mafê wan e.
“Heta niho daxwaznameya du hevalên me gihaye me. Me daxwaznameya wan pesend kiriye.
Têkiliyên Tirkiyeyê û DYAyê
Wezîrî daye zanîn ku heke têkiliyên Bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re nemeşe ew ê li rêyên dî bigerin.
“Li ser mijarên ku Komar Tirkiyeyê û DYA li hev hatîn heke karê me bi rê ve neçe. Me plana B û Cyê heye.”
(EKN/MB)