Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Erhan Çelîk, rêvebirê Partiya Çep a Denîzliyê ji ber parvekirinên wî yên medya civakî di 10ê Tebaxê de hatibû desteserkirin. Îddianameya ku derbarê Çelîkî de hatiye amadekirin, ji 2em Dadgeha Cezayê Giran a Denîzliyê de hatiye qebûlkirin.
Di îddîanameya ku ji hêla Serdozgeriya Denîzliyê ve hatiye amadekirin de, ji bo Ercan Çelîk ê ku parvekirinên wî yên di derbarê pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan, Veysel Guney û Qizildereyê de wek sûç hatine dîtin, bi îddîaya “propagandaya Devrîmcî Yol”ê ji salekî hetanî 5 salan ceza hatiye xwestin.
Çelîk ê darizandina wî ya yekem di 24ê Mijdarê de ye, di derbarê îddîanameyê de di daxuyaniya xwe ye ji bo BîrGunê de gotiye ku, hat xwestin têgihiştineke wek ez bi Mahîr Çayan û kesên li Qizilderê hatine qirkirin re tevgeriyame çêkin.
Çelîkî gotiye ku di serdagirtina male de polîsan pirtûka ku ewî nivîsiye ya Weşanên Pirtûkan a BîrGunê weşandiye ya bi navê “Mahîr Çayan Hemû Nivîs” wek delîl hatiye dîtin. Çelîkî aniye ziman ku, Mahîr Çayan, Veysal Guney, Ertem Saruhan û gelek şoreşgerên din jê hatine pirsîn lê ewî ev sûcarî qebûl nekiriye.
Ez bi tohmetên hîç û pûç hatim tawanbarkirin
Çelîk ê ku di medyaya civakî de wêneyên qirkirina Qizilderê yên 30 Adar 1972an parvekiriye, gotiye:
“Li ser re gelek sal derbas bûne lê wek sûç îdda kirin. Di îfadeya min a li Midûryeta Ewlekariyê de ji min pirsîn ku ez Mahîr Çayan û kesên li Qizilderê hatine qetilkirin ji ku ve nas dikim. Dixwastin ku têkihêştineke wekî ez di pêvajoya wan de bûme û ez bi wan re endam bûme çêbikin.”
“Ez di 1979an de hatime dinê. Îddîa dikin ku ez hevalê wan şoreşgerên ku jiyana xwe ji dest dane me. Îhtîmal tine ku tiştekî wiha bibe. Min di îfadeya xwe de jî got; wî waxtî ez yek salî bûme û hetanî di waxtê mirina hineken de jî hê tine bûm. Ez bi tohmetên pûç tawanbar kirin”(PT/AY/AY)