Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dozgerîya Amedê ji ber nûçeyên 7 rojnamegeran li ser medyaya civakî parve kirine, xwestiye ew bêne girtin.
Ji beriya ku Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de bê girtin, wê ajansê nûçeyek li ser operasyonên li navçeya Sûrê ya Amedê çêkiriye. Heft rojnamegeran jî ew nûçe weşandiye.
Nûçe bi sernivîsa “Navê dorpêçê Bayrak 12 ye, fermandar Musa Çitil e” hatiye weşandin. 9. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi sûcê “armanckirina fermandarê leşkerî” rojnamegerên bi navê Ömer Çelik, Vahap Taş, Çağdaş Kaplan, Selman Çiçek, Hamza Gündüz, İnan Kızılkaya, Kemal Sancılı û Selim Gönenç dad kirine.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê dozgerî xwestiye rojnameger di navbera salek û sê salan de cezayê girtinê bistînin.
Rûniştina dadkirinê hat paşdedan û dê 18ê Kanûna Pêşiyê(meha 12.) dîsa dewam bike. (DB / HA)