Dozgeriyê ji bo parêzer Firat Epozdemir heta 20 salan cezayê girtîgehê xwestiye

Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemir di 25ê Kanûna Paşiyê de bi îdiaya ku ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin. Derbarê Epozdemîr de îdianame hat amadekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê Epozdemîr bi endamtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) sûcdar kir. Îdîa kir ku Epozdemir Serokê HDKê yê Bagcilarê ye.
Serdozgeriyê Epozdemir bi wê yekê sûcdar kir ku di dema qedexeya derketina derve ya ku di sala 2015an de li Şirnexê hatibû ragihandin û di pevçûnan de 288 kes miribûn, çûye Cizîrê. Her weha dozgeriyê daxuyaniyên ku Epozdemîr dane rojnamegeran jî bûne mijara sûc.
Îfadeya Epozdemîr ya di îdianameyê de weha ye "Em bi ti awayî îdia nakin ku HDK rêxistineke derqanûnî ye. Her çiqas ez weke serokê HDKê yê Bagcilarê di qeydan de hebim jî, di hilbijartina herêmî ya sala 2014an de ez bûm Namzetê Hevşaredariya Bagcilarê. Sedema ku agahiyên namzetiya min di HDKê de cih digirin, bi îhtimaleke mezin ji ber ku BDP jî pêkhateyeke HDKê ye. Weke ku min di jiyana xwe de tu carî çek bi kar neaniye û min ji zarokên xwe re çekek pêlîstok jî nekiriye. Ez kesek im ku di wê baweriyê de me pirsgirêk bi çek û tûndkariyê nayên çareser kirin ez vê bi domdarî diparêzim. Têkiliya min bi tu rêxistinek derqanûnî re nîne û ev tişt li gel jiyana min naguncê.
Dozgeriyê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” ji bo Epozdemir ji 8 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê xwest.
(HA/AY)