Dozgerîya Şirnexê ji bo bûyera windabûna du Siryanan biryara “nepenîyê” daye
Ji 11ê Kanûna Paşiyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatiye standin. Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 11ê Kanûna Paşiyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên bi navê Hurmuz û Şimoni Diril ên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatiye standin.
Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.
Ji ber şertên xerab ên kêş û hewayê firokeyên bêfirokevan li herêmê digerin lê tîmên alîkarî û hewargihandinê nekarine biçin herêmê.
Li gundê Mehrê bi tenê du mal hene. Ji bilî herdu welatîyên winda kesek dî jî heye lê ev demek e li gundî namîne.
(RT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.