Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di doza kuştina berpirsê weşana AGOSê, Hrant Dînkî de neh kes têne dadkirin. Dozgerî pêşniyara xwe ya dawîyê gotiye û xwestiye bersûc cezayî bistînin.
Di nav bersûcan de Mehmet Yeşilkaya, Erhan Tuncel û Yasin Hayal jî hene.
14. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bo dema dadkirinê ya Erhan Tuncel, Yasin Hayal, Ogün Samast, Zeynel Abidin Yavuz, Ersin Yolcu, Ahmet İskender, Tuncay Uzundal, Salih Hacısalihoğlu û Osman Hayal temam nebe dosyeya dadkirina wan cida kiribû.
Bersûc û sûcê li wan tê barkirin bi vî awayî ne:
Erhan Tuncel: Birêvebirîya rêxistina terorî, avêtina teqemenîyan, teşwîqkirin û plankirina kuştina Hrant Dînkî
Yasin Hayal: Birêvebirîya rêxistina terorî
Ogün Samast: Endambûna rêxistina terorî
Zeynel Abidin Yavuz: Endambûna rêxistina terorî,alîkarîya bûyera plankirî ya kuştina Hrant Dînkî
Ersin Yolcu: Endambûna rêxistina terorî
Ahmet İskender: Endambûna rêxistina terorî
Tuncay Uzundal: Endambûna rêxistina terorî,alîkarîya bûyera plankirî ya kuştina Hrant Dînkî
Salih Hacısalihoğlu: Xwedîtîya li guleyên bêruxset
Osman Hayal: Endambûna rêxistina terorî,alîkarîya bûyera plankirî ya kuştina Hrant Dînkî
Bixwîne - Filiz Ali: "Hrantê delal, em her sal bi komên ciwantir dest jê bernadin"
Rûniştina bê ya dadkirina bersûcan dê 13ê Tîrmehê siet 10ê be.
Doza Hrant Dînkî
Berpirsê weşana rojnameya AGOSê Hrant Dink ji beriya 12 salan hatibû kuştin. Di bûyera kuştina Hrant Dînkî de, ji bo Uzunî raporek çûye û hatiye diyarkirin Yasin Hayal dê Dînkî bikuje. Ji ber wê ew jî yek ji bersûcên bûyera kuştina Hrant Dînkî ye.
(HA/MB)