Dadgehkirina rojnameger Ayşegul Doganê li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kiriye. Doz li Koordînatora kanala televizyonê ya bi navê IMC TVyê, Ayşegul Dogan, bi îdiaya ku "rêxistina terorê ya çekdar ava kiriye û bi rê ve biriye hatibû vekirin û Dogan cara 5em e ku derdikeve pêşberî dadgehê.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dadgehkirina îro de Dogan beşdarî danişînê nebûye. Parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen beşdarî bûne.
Dozgerî hevdîtinên Doganê yên bi rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), roportaj û bernameyên ku beşdar bûne kiriye hinceta cezakirinê û xwestiye ku ji 7 salan heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Daxwaza parêzeran nehatiye qebûlkirin
Parêzerên Doganê parastina miwekîla xwe kirine û diyar kirine ku ew ê derbarê biryara dozger de paşê bi hûrgulî parastinê bikin. Parêzeran her weha xwestine axavtinên telefonê yên di dosyeyêk din de ne bînin li dosyeya miwekîla wan zêde bikin da ku weke delîl werin hesibandin.
Şandeya dadgehê ev daxwaza parêzeran qebûl nekiriye û ji bo amadekirina parastina parêzeran biryar dane ku dadgehkirin 7ê Kanûna Paşiyê berdewam bike. (AY/FD)