Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî lêpirsîna li ser Çalakiyên Parka Gezîyê, îdianameyek hatiye amadekirin. 477 roj in ku Osman Kavala di girtîgehê de ye. Yigit Aksakoglu jî 16ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê hatibû girtin.
Mafparêz bi sûcê “têkbirina hikûmetê” têne sûcdarkirin: Ali Hakan Altınay, Ayşe Mücella Yapıcı, Ayşe Pınar Alabora,Can Dündar, Çiğdem Mater Utku, Gökçe Yılmaz, Handan Meltem Arıkan, Hanzade Hikmet Germiyanoğlu, İnanç Ekmekçi, Mehmet Ali Alabora, Mine Özerden, Şerafettin Can Atalay, Tayfun Kahraman û Yiğit Ali Ekmekçi.
Bixwîne - Akademisyenên Zanîngeha Columbiayê ji bo Osman Kavalayî bang li hikûmetê kirin
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê piştî dozgerî îdianame qebûl kirî îdianame ji bo Dadgeha Cezayên Giran a 30. a Stenbolê hatiye şandin.
Rojekê ji beriya dem temam bibe
Parêzerê Osman Kavalayî, İlkan Koyuncuyî diyar kiriye ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê “ji bo Komara Tirkiyeyê bersiva îdiayên me bide wext daye wê.”
Tirkiyeyê nekarî bersivê bide. Wê xwest dem bê dirêjkirin. Dem heta 21ê Sibatê hat dirêjkirin, yanî Tirkiyeyê rojekê ji pêşiya dem temam bibe îdianame amade kiriye.
Îdianame
Îdianameyeka 667 rûpelî hatiye amadekirin. Serdozgeriya Stenbolê ya Komarê li ser îdianameyê daxuyaniyek daye dewletê.
Sûc
Li gor daxuyaniya dozgeriyê sûcên li mafparêzan tê barkirin ev in:
*Têkbirina Komara Tirkiyeyê an jî astengbûna li pêşiya dewletê ku ew nekare karê xwe bike. (TCK 312/2),
*Zererdana malî, bi awayekê pêşketî zererdana malî.
*Xwedîbûna li malên metirsîyê çêdikin, an jî veguhestina wan.
*Zererdana li îbadetxaneyan
*Talana bi awayekê şarezayane
*Bi zanebûnî birîndarkirin
*Dijayetiya Qanûna 2863. ya Parastina Tiştên Çandî
Biryara zeftkirinê heye
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Osman Kavala û Yîgît Aksakoglû hîna girtî ne. Ji bo Ayşe Pinar Alabora, Can Dundar, Memet Alî Alabora, Gokçe Yilmaz Handan, Meltem Arikan Hanzade, Hikmet Germiyanoglû jî biryara zeftkirinê heye.
Serokomar Erdogan jî di nava gilîkaran de ye
Di îdianameyê di navê 746 kesan derbas dibe ku giliyê tohmetbaran kirine ku wezîr û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî di nava wan de ye.
13 hatibûn desteserkirin
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin.
16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan.
Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin.
Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye.
Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû
Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn. (HK/EKN/MB/FD)