Dozger xwest hin kesên hatin desteserkirin bi şertê kontrola edlî bên berdan û hinek jî bên girtin

Îfadeya rojnameger, nivîskar û karîkaturîstên ku li Stenbol, Enqere, Êlih û Amedê di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatibûn desteserkirin li emnîyet û dozgeriyê bi dawî bûn.
Dozgeriyê xwest hin kesên hatin desteserkirin bi şertê kontrola edlî bên berdan û hinek jî bên girtin.
Di vê çarçoveyê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-wergêr Omer Barasi, Koordînatorê Pirtûkakurdî Baver Yoldaş, Fîgen Mamedoglu Alp û Berfîn Atli ku li Amedê hatibûn desteserkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Serdozgeriyê helbestvan-nivîskar Hicrî Îzgoren, wênekêş Emrah Kelekçîler, rojnamevan Ahmet Sûmbûl, Ceyhun Tabû û akademîsyen Abdurrahman Aydin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Tê payîn ku rojnameger û nivîskarên li Eskîşehîrê desteserkirî ne sewqî dadgehê bikin.