Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, Nûçegihana JINNEWSê Melîke Aydin û Nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçîoglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut ku di meha Sibatê de li Îzmîrê hatibûn desteserkirin. Îfadeyên wan yên li Emniyetê bi dawî bûn.
Rojnameger ji ber nûçe û hevdîtinên xwe yên bi çavkaniyên nûçeyan re bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hatin sûcdarkirin. Sedema sûcdariyê jî îfadeya şahida bi navê Buse Aslan e. Aslan îdia kir ku rojnamegeran "bi talîmata nûçe çêkirine."
Di dema îfadeya li emniyetê de ji Semra Turanê nûçeyên têkildarî berxwedana karkerên Akbelen û Agrobayê û 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin pirsîn. Her wiha di nava pirsên ku ji Turan re hatin kirin de pirsa tu çima danişîna doza derbarê îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka otîzmê hatiye vekirin de dişopîne, hebû.
Piştî îfadeyên li emniyetê rojnameger sandin dozgeriyê. Rojnameger birin Edliyeya Bayraklî ya Îzmîrê û destê bi awayê ku ji pişte ve kelemçekirî li wir dan sekinandin. Li bendê bûn ku rojnameger li wir îfadeyê bide dozger.
Lê belê dozgeriyê îfadeyên rojnamegeran negirt û bi daxwaza girtinê ew şandin Dadgeriya Cezê û Aştiyê.
Li Îzmîrê nûçegîhanên MA, JINNEWS û Gazete Duvarê hatin desteserkirin
(HA/AY)