Fotograf: MA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) doz li Emîne Şenyaşarê vekirine.
Li Pirsûsê, navçeya Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê qetil kiribûn.
Emîne Şenyaşar di 1ê Nîsana 2021ê de li ber Edliyeya Rihayê axivîbû. Ji ber vê axavtina wê bi îdiaya ku “Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê, saziyên darazê yên dewletê bi rengekî aşkere biçûk xistiye” doz lê vekirine.
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku, dozgeriyê xwestiye li gorî Xala 301/1ê ya TCKyê Emîne Şenyaşar heta 2 salan were cezakirin.
Xala 301ê ya TCKyêKesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê, komarê û Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bike, ji şeş mehan heta sê salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dezgehên dadê, rêxistina leşkerî yan jî emniyetê bike, ji şeş mehan heta du salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Heke ku welatiyekî tirk li welatekî ji derve sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê bike, cezayê ku wê lê birîn yek ji sisiyan tê zêdekirin. Fikr û ramanên bi armanca rexnekirinê, nabin ku weke sûcan bên nirxandin. |
16 caran lêpirsîn lê hatiye vekirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, çavlirêye ku di rojên pêş de Şenyaşar were dadgehkirin. Heta niha 16 caran lêpirsîn li Emîne Şenyaşarê hatiye vekirin û bi vê dozê re, hejmara dozên ku li Emîne Şenyaşarê vebûne, bûye 5.
Li ser hesabê ku ji bo malbata Şenyaşarî hatiye vekirin, peyamek hatiye weşandin. Di peyamê de behsa doza navborî hatiye kirin û etîketa “Edalet ji bo Pirsûsê” hatiye nivîsîn:
“Li Rihayê heqaret li gorî qetlîamê sûcekî mezintir tê qebûlkirin. Li nexweşxaneyê qetlîamek bûye, 4 sal in biryara nepeniyê dewam dike. Ji zêmarên dayikê yên li ber edliyeyê gotin neqandine û hejmara dozên ku lê hatine vekirin bûye 5. Gelê Rihayê şahidê vê zilmê ye.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/FD)