Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê de li Enqereyê bi êrîşeka bi bombeyan 102 kes mirin.
Bombe di nava xelkên çûyîn Mîtînga Aştiyê hatibûn teqandin. Rojnameyên Evrensel û Cumhuriyetê li ser îhmalkariya di bûyerê de nûçe çêkirin ji ber wê doz li wan hat vekirin.
Bixwîne - Ji ber nûçeyên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya Enqereyê doz li 5 rojnamegeran vekirin
Mustafa Sogutluyê parêzer eşkere kiriye ku li gor qanûnan heke bi rêya ragihandinê sûcek bê kirin divê di çar mehan de doz bê vekirin. Ji ber derbasbûna dema vekirina dozê divê doz betal bibe. Dadgeha Cezayên Giran a 2. a Enqereyê doz betal kir.
Çi bûbû?
Ji ber nûçeyên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015yê ya li Enqereyê doz li Cem Gurbetoğlu û Tamer Arda Erşîn nûçegîhanên rojnameya Evrenselê û Kemal Göktaş nûçegîhanê rojnameya Cumhuriyetê hat vekirin ku heta 3 salan ceza tê xwestin.
Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê Fatîh Polat Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê û Can Dündar ku dema nûçe hatibû çêkirinê Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cumhuriyetê bû bi îdiaya ku “Destûr dane weşandina nûçeyan û beşdarî sûcî bûne” xist nava dosyaya dozê.
Îdianame ji hêla Ali İhsan Akdoğan Dozgerê Komarî ve hatiye amadekirin û ji 2 rûpelan pêk tê. Di vê îdianameyê de hatiye îdiakirin ku di nûçeyên navborî de navên polîsên di Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê de û yên di Şûbeya Têkoşîna Dijterorê de kar dikin û navên beşên wan hatine nivîsandin û bi vî awayî ew kirine hedef.
Akdogan daxwaz kir ku Gurbetoğlu, Erşin, Göktaş, Polat û Dündar di çarçoveya xala 6em a Yasaya Têkoşîna Dijterorê de bên cezakirin.
Dokumena gilîkirinê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ya di 14yê Nîsana 2016yê de hatiye nivîsandin jî dozger weke delîl xistiye nava dosyayê de. Îdianame ji hêla 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qabûlkirin û di vê îdianameyê de parastinên rojnamegeran ên di pêvajoya lêpirsînê de dane jî cî digirin. Her wiha li gorî îdianameyê ji bo Can Dündarîbiryara zeftkirinê hatiye derxistin.(EA/MB)