Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh di doza ku Reza Zarrab tê dadgehkirin de jûrî hatin hilbijartin ku Zarrab ji Adara 2016yê heta niha ji ber vê dozê li DYAyê girtî ye. Dadwerê dozê Richard Bermanî di dema hilbijartina jûriyan de got, “di doza Zarrabî de tenê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla wê gumanbar be”. Ev gotin wisa hat şîrovekirin ku Zarrab “bûye şahidê dozê”.
Hat aşkerekirin ku navê doza heta niha “DYA li hemberî Zarrabî ye” ji niha û pê de wê bibe “DYA li hemberî Atîllayî ye”.
Piştî ku jûrî hatin hilbijartin û dadwer Richard Bermanî diyar kir ku daneşîn îro li gorî saeta Tirkiyeyê wê di 17:30 deqîqeyan de bi rê ve biçe, parêzerên Atîllayî serî li dadgehê dan û daxwaz kirin ku daneşîn ji bo du hefteyan bê bipaşxistin.
Îro ji bo daxwaza parêzeran wê biryar derkeve
Dozgeriyê jî daxwaznameyek pêşkêşî dadgehê kir û li hemberî daxwaza parêzeran derket. Dadgeh îro beriya daneşîna bi jûrî wê kom bibe û biryarê derbarê daxwaza parêzeran de bide.
12 jûriyên esil, 6 jî yên yedek hene
Heke ku daxwaza parêzerên Atîllayî neyê qebûlkirin, wê daneşîna bi jûrî îro dest pê bike. Ji bo daneşînê 12 jûriyên esil, 6 jî yên yedek hatin hilbijartin.
Ji jûriyan hat xwestin ku di çarçoveya delîlên ji bo wan hatine pêşkêşkirin, biryarê bidin ku Hakan Atîlla sûcdar e yan na. Navê jûriyan nayê aşkerekirin.
Di lîsteyê de Sarraf jî Erdogan jî heye
Benjamin Weiser nûçegîhanê New York Timesê wêneyê “lîsteya şahidên potansiyel” a ku pêşkêşî dadgehê hatiye kirin, bi şopînêrên xwe re par ve kir. Di lîsteyê de li gel Reza Zarrabî Serokomar Recep Tayyip Erdogan, kurê wî Bîlal Erdogan heye. Her wiha navê Can Dundarî, Huseyin Zarrab, parêzera Zarrabî Şeyda Yildirim û Babek Zencanî jî heye. Weiser diyar kir ku “Ev helbet tê wê wateyê ku dibe Zarrab bibe şahid an jî tenê navê wî derbas dibe”.
Çavlirêye ku daneşîn 4 hefteyan bidomin. (PT/FD)