Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bûlent Karaoglû, bersûcê qetlîama Vartînîsê hê jî firar e.
Danişîna dozê duh li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê pêk hatiye. Aysel Oguta ku ji malbatê tenê ew sax ji qetlîamê filitiye daye zanîn ku ev 30 sal in ew ji bo edaletê têdikoşin û êdî dixwazin encamekî bi dest bixin. Ogutê gotiye ku ji bo girtina bersûc çi pêwîst bike divê were kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî gotinên Ogut û parêzerên dozê, dadgehê biryara navberê daye û piştre jî biryara xwe eşkere kiriye.
Şandeya dadgehê daye zanîn ku di danişîna 9an de ji bo bersûcê firarî Bulent Karaoglû biryara bultena sor dabûn lê pêvajoya li Daîreya Înterpolê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê bi dawî nebûye.
Dadgehê, danişîn taloqî 2ê Adarê kiriye.
Ji 21ê Ilona 2021ê pê ve li Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê navçeyê yê wê deme digerin.
Metirsiya demboriya dosyeyê heye
Kadîr Karacelîk, parêzerê mexdûran, Serokê Baroya Mûşê, piştî danişînê ji bianetê re wiha axivîbû:
“Hê metirsî heye ku dema yasayî biqede. Lê em li bendê ne ku piştî biryara girtinê pêk were, pêvajoya dozê bilez bibe, di çend danişînan de biryar were dayîn.”
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.
Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.
Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye. (AS/AY)