Fotoğraf: AA - Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Dadê, daxwaza veguheztina doza derbarê kuştina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê yê berê de, ya ji ber ewlehîya giştî, red kiriye.
Doz Elçiyî, di 21ê Çirîya Pêşîn de dê li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk were.
10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ji Walîtîya Amedê û Serdozgerîya Komarî ev pirs kiribû "Ji bo ewlehîya giştî dê metirsîdar be, an na?"; li ser vê yeke Serdozgerîya Komarî ya Amedê, Wezareta Dadê agahdar kiribû û daxwaza raya wezaretê pirsîbû.
Li gor nûçeya rojnameya Evrenselê, Wezaretê qala nivîsa Serdozgerîyê kirîye û gotîye: "Tu sedem tune ye daxwaz bê kirin ku doza giştî ya Dadgeha Cezayê Giran ya bi jimara binyadî 2020/117an tomarkirî veguheze dadgeheka dîtir ya cezayê giran." Serdozgerîyê, biryar di 17ê Tîrmehê de şandîye dadgehê.
Piştî 4 sal û 5 mehan îdaname hatiye amadekirin
Serdozgerîya Komarî ya Amedê, îdanameya di derheqê kuştina Tahir Elçi de ya 28ê Çirîya Paşîna 2015an, di 26ê Adara 2020an de amade kiriye. 10em Dadgeha Cezayê Giran jî di 3yê Nîsana 2020an de îdaname pejirandiye.
Di îdanameyê de sê jê polîs çar gumanbar hene. Ji bo gumanbarên Polîs M.S., F.T., û S.T. bi îdaya "bi texsîra bizanebûn bûna sebeba mirinê" ji du salan heta şeş salan ceza tê xwestin.
Gumanbarê din Uğur Yakişir jî bi "kuştina bihemd, îhtimala kuştina bihemd, dijitîya zagona bi jimareya 6136an, xerakirina yekitîya dewletê û hevgirtina welatî, xisardana malî" tê sûcdarkirin û jê re ceza heta hetayî tê xwestin.
Yakişirî, ji xeynî Elçi, bi kuştina Cengiz Erdur û Ahmet Çiftaslan tê sûcdarkirin ku heman rojê hatibûn qetikirin.
Çi bûbû ?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hatibû kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin.(EKN/AY/FD)