Endamên JÎTEMê di salên 90î de bi hezaran kes qetil kiribûn. Li gelek endamên JÎTEMê doz hatibûn vekirin û ev doz yek bi yek bi necezakirinê biencam bûn. Di doza ku weke Doza Sereke ya JÎTEMê tê zanîn de bi hinceta ku 30 sal ser re derbas bûne, biryara demborînê hate dayin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê îddianameya di sala 1999an de hatibû amadekirin û 11 bersûc jê dihatin darizandin û îdianameya sala 2005an ku 5 bersûc jê dihatin darizandin, di sala 2010an de kiribûn yek dosya û weke “Doza Sereke ya JÎTEM’ê” dihat binavkirin.
Doza navborî, bi doza qetilkirina nivîskar-rojnameger Mûsa Anter ku di sala 2013an de hatibû vekirin û doza qetilkirina Ayten Ozturk a di sala 2019an de hatibû vekirin re kirin yek dosya.
Danişîna “Doza JÎTEM, Mûsa Anter û Ayten Ozturk” îro li Enqereyê hat lidarxistin. Bi hinceta ku bi ser re 30 sal derbas bûne, doz hate betalkirin.
Çi bûbû?
Salên 90an gelek karsaz û nivîskar hatibûn kuştin. 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2013ê doz hatibû vekirin.
Bersûcên dozê; Mehmet Ağar, İbrahim Şahin, Korkut Eken, Ayhan Çarkın, Ayhan Akça, Ziya Bandırmalıoğlu, Ercan Ersoy, Ahmet Demirel, Ayhan Özkan, Seyfettin Lap, Enver Ulu, Uğur Şahin, Alper Tekdemir, Yusuf Yüksel, Abbas Semih Sueri, Lokman Külünk, Mahmut Yıldırım, Nurettin Güven, Muhsin Korman bi kuştina Abdülmecit Baskın, Namık Erdoğan, Metin Vural, Recep Kuzucu, Behçet Cantürk, Savaş Buldan, Haci Karay, Adnan Yıldırım, İsmail Karaalioğlu, Yusuf Ekinci, Ömer Lutfi Topal, Hikmet Babataş, Medet Serhat, Feyzi Aslan, Lazem Esmaeılı, Asker Smıtko, Tarık Ümit, Salih Aslan ve Faik Candan têne sûcdarkirin.