Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rûniştina dadkirinê 10 deqîqeyan dom kiriye. Rûniştina yekem jî û 10 deqîqeyan dom kiribû. Dîwana dadkirinê dîsa biryar daye ku divê keşf li cihê bûyerê bê kirin.
Tekane bersûc, polîsekê bi navê S.K. ye, ew jî beşdarî rûniştina dadkirinê nebûye.
Dadgeha Cezayên Giran a 1. a Amedê biryar dabû ku dê 8ê Sibatê keşf bihata kirin. Lê keşif nehatiye kirin. Hêzên ewlehiyê diyar kirine ku rewşa hewayê ne wek ya dema bûyerê bûye.
Dadgehê ji Navenda Çavdêrîyên Zanistî ya Kandîllîyê xwestiye ew tespîd bike ka kengê rewşa hewayê dê wek dema bûyerê be.
Rûniştina sêyem a dadkirinê dê 14ê Gulanê be.
Bixwîne - 5 sal piştî buyêrê biryara “lêkolîna li cihê bûyerê” hatiye dayîn
Çi bûbû?
Di 10ê Sibata 2013ê de li taxa Şehitlikê ya Amedê, xwendekarê lîseyê yê bi navê Şahin Onar di xwenîşandanekê de mir.
Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema wî dixwest teqemeniyekê biavêje di destê wî de teqiyaye.
Serdar Çelebiyê parêzer ji bianetê re eşkere kiribû ku li gor raporên Tiba Edlî Onar ne bi teqemeniyê lê bi lêdana tiştekê hişk miriye.
Şahidên bûyerê li dadgehê diyar kiribûn ku wesayiteka zirxkirî li Onerî daye.
(AS/MB)