Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Cizîra Şirnexê di salên 1993-95an de 21 kes dema desteserkirîne bi awayê faîlê wan nediyar in hatibûn înfazkirin. Dosyeya doza têkildarî kuştina wan birine Dadgeha Destûra Bingehîn.
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye piştî ku Dadgeha Bilind biryara beraeta bersûcan pesend kiriye malbatên gilîkar weke şexsî serî Dadgeha Destûra Bingehîn dane.
Li ser navê gilîkar Hediye Başkak û pênc gilîkarên din parêzer Veysel Vesek serî li Dadgeha Destûrî daye. Di serîlêdanê de Vesekî sedemên weke “binpêkirina mafê jiyanî” û di dosyeyê de “lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin” peşkeş kiriye.
Parêzer Vesekî di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku sûcekî ku li dijî mirovahiyê pêk hatiye li holê ye û Vesekî xwestiye ku ji ber biryara beraetê ya derbarê bersûcan de divê biryara binpêkirinê were dayîn.
Pêvajoya dozê
Doza JÎTEMê, ji ber revandin û kuştina 21 kesan a di navbera salên 1993 û 1995an de li Cizîrê, navçeya Şirnexê, di sala 2009an de vebûbû.
Dadgehkirin destpêkê li Amedê pêk dihat. Li gel Cemal Temîzoz, Kamîl Atagê Şaredarê berê yê Cizîrê, Kûkel Atag, Temer Atag, Adem Yakin, Firat Altin (Abdûlhakîm Guven), Hidir Altûg û Bûrhanettîn Kiyak dihatin dadgehkirin. Bersûc "Bi avakirina rêxistinê ya ji bo kuştina mirovan, endamtiya vê rêxistinê, bi hin kesên din mirovan bidin kuştin û kuştina mirovan" dihatin sûcdarkirin.
Piştî dadgehê ku erka wan a taybet hebû, hatin girtin, dadgehkirinê li Şirnexê dewam kiribû. Dadgeha li vir, ji ber ku 5 sal girtî mabû, Temîzoz tehliye kiribû.
Bi mehneya ewlehiyê dadgehkirinê li Eskîşehîrê dewam kiribû. Dadgeha Cezayê Giran a 2yem di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de biryar dabû ku Temîzoz jî di nav de heşt bersûc beraet bikin. Gilîkar li dijî vê biryarê derketibûn.(AS/AY)