Fotograf: Evrensel, Çavkanî: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di doza îstismarê ya li Elmaliyê de M.A., dayîka zarokan, R.A., zirbav, û S.C.G., xalê zarokan beraet kirine.
M.A., dayîka zarokan, R.A., zirbav, û S.C.G., xalê zarokan ku bi awayê negirtî tên dadkirin, tevlî danişîna Dadgeha Cezayê Giran a Elmaliyê bûne. G.G., bavê zarokan, G.S., pîrika zarokan, parêzerên aliyan, nûnerên komeleyan û parêzerên baroyan kul i bajarên din hatine tevlî danişînê bûne.
Heyeta dadgehê di danişînê de gotinên dawî ji bersûc M.A.yê pirsiye. M.A.yê îfadeyên xwe yên berê dûbare kiriye û gotiye, îftira li min kirine û nikarim biaxivim.
G.G., bavê zarokan jî diyar kiriye ku zarokên wî him bi derûnî û him jî bi laşî di bin travmayê de ne û gotiye, “Ez dixwazim bersûc bên cezakirin. Heta ku ev bersûcana li derbin wê her roj zarokên din jî di bin metirsiyê de bin.”
Pîrika zarokan jî destnîşan kiriye ku zaroka 6 salî îstismara lê hatiye kirin bi tevahî detayan vegotiye, zarok naxwazin dayîka xwe bibinin û daxwaza cezakirina bersûcan kiriye bi awayê herî giran.
Bersûc R.A. û S.C.G. jî di parastinên xwe de tu sûcdariyek qebûl nekirine.
Gilîker û parêzerên baroyê jî diyar kirine ku îstismar li zarokan hatine kirin û xwestine bersûc bên cezakirin.
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara beraet kirina M.A., dayîka zarokan, R.A., zirbav, û S.C.G., xalê zarokan daye. Her sê kes bi tohmeta ku “îstismara zayendî li zarokan kirine” û “eziyet dayînê” dihatin dadkirin.
Çi bûbû?
Di sala 2020an de pîrika herdu zarokan ya bi navê G.S. bi îdiaya ku îstismar li her du neviyên wê hatiye kirin, serî li dozgeriyê daye. Pîrika zarokan giliyê bûka xwe ya berê Merve A., mêrê wê Rahmî A. û hevalên bûka xwe yên mêr kiribû. Dozgeriya ku lêpirsîn dabû destpêkirin îfadeyên zarokan girtibûn. Zarokan di îfadeyên xwe de îstismara ku li wan hatiye kirin him bi devkî û him jî bi wêneyên ku xêzkirine vegotibû. Ev wêneyana di dosyeya lêpirsînê de bû.
Di 6ê Kanûna 2021an de Dadgeha Cezayê Giran a Elmaliyê di danişîna 3em de biryara tehliyekirina dê û zirbavê zarokan dabû.
(AO/AY)