Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di doza Komeleya Hevkarî û Piştgiriyê ya Alimên Olî(DIAYDER) de 23 endamên komeleyê tên dadgehkirin. Ji wan 4 girtî ne. 3em danişîna dozê li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku li Çaglayanê ye pêk hatiye.
Serokê Komeleyê Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Alî Fuat Hatîp û Mehmet Emîn Aslan ên girtî tên darizandin bi rêya SEGBÎSê ji Girtîgeha Sîlîvriyê beşdarî danişînê bûne. Hin meleyên negirtî tên darizandin jî li salona danişînê amade bûne.
Elhem Demîr ê ku derbarê meleyan de îfade dabû jî bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bûye. Demîrî diyar kiriye ku hin tiştên hatine nivîsandin ne yên wî ne.
Mele di danişînê de axivîne û destnîşan kirine ku tawanbariyên li wan tên kirin derew in, ew van derewan qebûl nakin û ew ji ber xebatên kirine û baweriya ku diparêzin û Kurdistanîbûna xwe û welatparêziya xwe tên darizandin.
Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirine û xwestine meleyên girtî bên berdan.
Heyeta dadgehê piştî navberek kurt biryara girtî mayîna her çar meleyên girtî Baran, Aslan, Hatîp û Tunç daye. Her wiha biryar daye ku X-Şahid, Kartal, Padişah, Farkli yên di dosyeyê de şahidê nepen in jî di danişînek din de amade bin û danişînê taloqî 17ê Hezîranê kiriye.
(RT/AY)