Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekemin danişîna doza ku derbarê 8 jê girtî 23 melan de hatibû vekirin li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku li Çaglayanê ye destpê kiriye. Di nav wan meleyan de Ekrem Baran, Serokê Komeleya Zanayên Olî (DIAYDER) jî heye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê beriya danişînê endamên DÎAYDERê, malbatên meleyên girtî, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêveber û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber deriyê Cyê yê edliyê li hev kom bûne û daxuyanî dane.
“Em li dadgehên engîzisyonê tên darizandin”
Destpêkê endamê DÎAYDERê mele Yûsûf Înal axiviye û ji bo piştgiriya dozê spasiya mêvanan kiriye û wiha gotiye: “Hevalên me ji bo edaletê, aştî, mirovatî û îslamiyeta rast xwestine tên darizandin. Kî çi dibêje bila bêje em û hevalên me li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin. Îro rojek bimbarek e. Mixabin di vê roja bimbarek de em li edliyê li edaletê digerin. Dadgeh ji edaletê dûr e. Em hêvî dikim ku ji dadgehê edalet derkeve.”
“Darizandina tê kirin bêhiqûqî ye”
Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu jî axivîye û daye zanin ku darizandina tê kirin, bê hiqûqî ye û wiha gotiye: “Em îro ji bo hevalên xwe yên zilma girtinê li wan tê kirin, li vir in. Divê ku hevalên me bên berdan û birayara beraatê bidin wan. Lê xuyaye ku hevalê me bi hiqûqî hatine girtin. Em bi bêhiqûqiyê re rûbirû mane. Akin Gurler ê ku vê dozê bi rê ve dibe, em wî ji berê de nas dikin. Ew bi biryarên xwe sosret tê nasîn. Li ser fermanên siyasetê dozan vedikin û biryara edalet û hiqûqê didin. Em di warê darazê de baş dizanin ku li Tirkiyê çi diqewime. Hevalên me bi ‘terorê’ tên sûcdarkirin. Çi eleqeya hevalên me bi ‘terorê’ heye. Tiştek îspat nekirine. Delîlek di destê dadger û dozgeran de tune ye. Xebatên hevalên me îlegal nîşan didin. Em bi dozên wiha pêkenok re rûbirû dimînin.”
Gergerlioglûyî bal kişand ser terorîzekirina zimanê kurdî ya di îdianameya meleyan de û gotiye: “Zimanê kurdî zimanekî ku Xwedê daye gelê Kurd. Çi ziman dibe bila bibe, biçûkkirina zimanê kurdî ne hedê tu keesî ye. Xebatên hevalên me û her wiha xebatên partiya me yên legal jî wek îllegal tên nîşandan.”
“Ji ber baweriyê û ziman tên darizandin”
Parlementerê HDPê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî daye zanin ku ew sedêma vê operasyonê baş dizanin û gotiye: “Xebatkarên DÎAYDER’ê ji ber ku bi zimanê xwe îbadet kirine û bi zimanê xwe yê dayikê baweriya xwe kirine tên darizandin. Mirov ji ber bawerî û xebatên xwe tên darizandin. Em vê darizandinê qebûl nakin.”
‘Delîl bêhiqûqî ne’
Parêzer Serhat Çakmak ê endamê OHDê jî destnîşan kiriye ku ev seyda hemû ji bo edaletê û aştiyê tên darizandin û wiha gotiye: “Em carek din bi darizandinek ku bi fermanên siyasî hatine amadekirin, rûbirû ne. Wek her carê dîsa têkoşîna hiqûqê li ber çavan nayê girtin. Mixabin ferdên gelê kurd tê darizandin. Lê belê em dîsa dizanin ku naveroka vê darizandinê jî kevn e. Lêpirsînek ji sala 2007’an dest pê dike ye. Paşê kirine dozname û mijara darizandinê. Axaftin û çalakiyên meleyan ên berê îro kirine mijara dozê. Em vê yekê qebûl nakin. Ev sûcdariyên ku tên kirin hemû bêhiqûqî ne.”
Piştî daxuyaniyê mele, parêzer û siyasetmedar derbasî avahiya dadgehê bûn.
Bi çi tên tohmetkirin?
Îdianameya ku ji bo DIAYDERê amade kirine, 35 rûpel in û tê de îdia kirine ku komele li gorî daxwazên sîstema KCKYê ava bûye û kar dike.
Rapirsiya derbarê pirsgirêka kurdan a di malpera komeleyê, daxuyaniyên ku ji sala 2013an û heta niha dane çapemeniyê û çalakiyên ku endamên wê beşdar bûne, weke tawan li wan dikin.
Hatiye îdiakirin ku komele, kartên alîkariyê yên dem û dezgehên dewletê dane wan, bi awayekî birêkûpêk dane endamên rêxistinê.
Her weha hatiye diyarkirin ku ji bo Mehmet I. yek ji bersûcên navê wî di îdianameyê de derbas dibe, li IBByê dest bi kar bike, rêveberiya DIAYDERê bûne referans û tevlî wî hin kesên din bi pêşkêşiya komeleyê ketine kar. (RT/AY)