Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump bi Covîd-19ê ketine
Testa koronavirusê ya Donald Trump, Serokê DYAyê û hevjîna wî Melania Trumpî pozîtîf derketiye.

Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Hope Hicks, şêwirmendê Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî ê Amerîkayê(DYA) bi Covîd-19ê ketiye, testa Trumpî û hevjîna wî jî pozîtîv derketiye.
Trumpî aşkere kiriye ku li piştî Hicksî wî jî xwe girtiye karantînayê û li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û weha gotiye, “ Îşev testa vîrusa Covîd-19ê ya min û Melanîayê pozîtîv derket. Em ê dest bi pêvajoya dermankirinê û karantînayê bikin. Em ê bi hev re vê derbas bikin”
Testa Hîcksî pozîtîv bû
Çapemeniya Amerîkaye dîyarkiribû, testa Covîd-19ê ya Hicksî ku roja pêncşemê çêkiribû pozîtîv derketiye.
Hatibû ragihandin, Hîcksî roja sêşemê bi Trumpî re ji bo gengeşiya serokatiyê bi balafirê çûbûn Ohîoyê.(TP/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.