“Don Kîxot”ê Şanoya Bajêr a Amedê wê li çendîn bajaran bigere
Lîstika “Don Kîxot”î wê li Kadikoy, Kartal, Ataşehîr, Esenyûrt û Avcilarê û li Kocaeliyê û Çanakkaleyê were lîstin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şanoya Bajêr a Amedê wê lîstika xwe ya şanoyê ya bi navê “Don Kîxot”î di nava meha Gulanê de, li çendîn bajaran bigerîne.
Şanoya Bajêr a Amedê wê “Don Kîxot”î destpêkê li Stenbolê li pênc navçeyan nîşan bide. Paşê jî wê li Kocaelî û Çanakkaleyê derkeve ser dikê.
Derbarê lîstika “Don Kîxot”î de
Bixwîne - Şanoya Bajêr a Amedê wê vê carê bi lîstika "Don Kîşotî" derkeve ser dikê
Ji ber romana “Don Kîxot” a Miguel de Cervantesî hatiye girtin. Ferhad Feqî derhênerê lîstikê ye û Dilawer Zeraqî wergera metnê kiriye.
Lîstikvanên Şanoya Bajêr Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Elvan Koçerî, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz wê di lîstikê de dilîzin. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.