Dolarekî amerîkî ji 8 lîreyê tirkan zêdetir bûye
Di roja yekem a hefteyê de dolarekî amerîkî ji 8 lîreyê tirkan zêdetir bûye. Euroyek jî bûye 9,50 lîreyê tirkan.

Fotoğraf: Karolina Grabowska / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Bankeya Navendî roja pêncşemê (22ê Çiriya Pêşiyê) rêjeya faîza polîtîkayê neguhert û hişt ku dîsa 10.25 be, dolarê amerîkî bûbû 7,97 lîreyekî tirkan. Îro jî dolarekî amerîkî ji 8 lîreyê zêdetir bûye.
Li gor rewşa dawî dolarekî amerîkî bûye 8,0230 lîreyekî tirkan.
Di heman wextê de Euroyek jî ji sedî 0,5 zêde bûye û bûye 9,4940 lîreyê tirkan. Sterlînek ji sedî 0,6 zêde bûye û bûye 10,4480 lîreyê tirkan.
Îndeksa dolarî ji sedî 0,2 zêde bûye û li 92,9ê sekiniye. Parîteya euro/dolarî jî li gorî bihayê beriya niha ji sedî 0,2 kêmtir bûye û niha li derdora 1,1840yê kar dike. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.