Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan di 28ê Gulanê de ji nû ve wek Serokomar hat hilbijartin, nirxê pereyên biyanî li beramber Lîreyê Tirkan her ku diçe zêde dibe.
Dolar serê sibê 21,67 bû. Bi demê re daketiye 21.43ê. Yekem care ku Euro sînorê 23 TLyî derbas kiriye.
Di saetên sibê de heta 23.26an TLyî bilind bû, lê piştî vebûna bazaran jî dest bi daketinê kiriye. Niha di asta 23.17 lîreyî de ye.(HA/AY)