Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xwediyê Gruba Medyayê ya Doganê, Aydin Doganî hemî organên medyayê yên xwe firotin Gruba Medyayê ya Demirorenê. Dogan medyayê li ser pêvajoya firotinê daxuyaniyek da KAPê(Platforma Agehdarkirina Civakê).
Di daxuyaniya Gruba Medyayê ya Doganê de hat eşkerekirin ku di destpêkê de “dewra beşeka [organên medyayê] ya bi bihayê 890 milyon Dollaran hatiye kirin” û pêvajoya dewrkirina saziyan didome.
Bixwîne - Hat îdiakirin ku Dogan Medya ji bo Demirorenê hatiye firotin
Dogan Medyayê eşkere kir hisseyên hatîn firotin bi bihayê milyarek û 100 milyon Dolaran e, piştî kêmkirina deynên saziyan bihayê saziyên hatîn firotin dibe 890 milyon Dollar.
Çi bûbû?
Hat îdiakirin ku Gruba Medyayê ya Doganê ji bo Gruba Demirorenê bi Milyarek û 250 milyon dolaran hatiye firotin.
Li gor nûçeya T24ê serokê Gruba Doganê, Aydin Doganî û serokê Gruba Demirorenê Erdogan Demirorenî ji bo firotinê li hev kirine. Aydin Doganî di sala 2011ê de jî rojnameyên Millîyet û Vatanê firotibûn Gruba Demirorenê.
Li gor nûçeyên di rojnameya Birgun û Sozcuyê de hatîn belavkirin, Gruba Medyayê ya Doganê ku Kanal D, CNN Turk, rojnameya Hurriyetê û rojnameya Milliyetê jî tê de ye bi milyarek û 250 milyon Dollaran hatine firotin.
Doganê di sala 2011ê de rojnameyên Vatan û Milliyetê firotibû şirketa hevalbendiya Demiroren û Karacanê(DK Grup). DKyê ji bo herdu rojnameyan 74 milyon Dollar dabû.(AS/MB)