Dogan Çelîk wê li Dêrsimê konserekê bide
Çelîk wê di konsera xwe de stranan ji albûma xwe ya herî dawî û yên kevn bistirê.
Dogan Çelîk wê li Dêrsimê konserekê bide.

Konsera Çelîkî di 6ê Adarê de wê li Navenda Çandê ya Tûnceliyê pêk bê. Çelîk wê di konsera xwe de stranan ji albûma xwe ya herî dawî û yên kevn bistirê. Sitar Tosûnoglû, Zeynel Abîdîn Gungor û Ulker Sari, bi enstrumanên xwe wê beşdarî konserê bibin.
Dogan Çelîk bi kirmanckî ango zazakî stranan distirê. Beriya niha bi 11 salan albûmek bi navê "Zewt" derxistibû. Çelîkî piştî vê albûma xwe ya yekem ya soloyê di sala 2022yan de albûmek bi navê "Kilamê Vayî" derxistibû. (FD)

Dogan Çelîkî piştî neh salan albûmeke nû derxistiye: Kilamê Vayî
29 Hezîran 2022
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.