Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) biryara xwe ya ji bo 427 dozger û dadgeran ku endamên Şûraya Dewletê û Dadgeha Bilind jî di nav de bûye, aşkere kiriye.
Mijara serlêdanê ew bûye ku zêdebûna dema girtinê û girtina bêhiqûqî ye.
DMMEyê ji bo serlêdana 427 dadger û dozgerên ku di sûcê “FETO”yê de hatine girtin biryar daye ku mafên wan hatiye binpêkirin. DMMEyê ji ber vê yekê bi 2 mîlyon û 135 hezar Euroyî tezmînat li Tirkiyeyê biriye.
Ji bo her serlêdanê wê 5 hezar Euro û bi giştî 2 milyon û 135 hezar Euro tazmînat bê dayin.
Dadger û dozger piştî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ji wezifeyê hatibûn girtin.
AS/AY)