Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Têkoşîna heft xwendekarên ku ji bo dersa Kurdî didan meşandin îro li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi encam bû.
DMMEyê derbarê serlêdanên wan xwendekaran de îro biryar derxist ku piştî li zanîngehê daxwaza dersa Kurdî ya hilbijarî kirine yan ji dibistanê hatine avêtin yan jî hatine dûrxistin. Dadgehê biryar girt ku cezayên disîplînê tê wateya binpêkirina mafan.
Dadgehê biryar girt ku ji ber xala 2/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin divê Tirkiye ji bo her xwendekarî 1500 Euro cezayê qerebûya manewî bide. Xala 2/1yê derbarê mafê perwerdeyê de ye.
Dadgeha Kargêriyê: Mafên xwe yên azadiya xweîfadekirinê bi kar anîne
Xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Stenbolê, ji bo Kurdî weke dersa hilbijarî bê dayin serî li Rektoriya Zanîngehê dan.
Rektoriyê ev daxwaz nepejirand û li hemberî xwendekaran lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.
Mehmet Halît Çolgeçen ê ji Colemêrgê, Mursel Bekê ji Çewlikê, Munur Ayê ji Amedê, Ruken Buket Işik a ji Mûşê û Ubeyt Salim, Yavûz Ûçak, Mûstafa Çalikşan û Alî Tûrgayê ji Stenbolê xwendekarên ku rastî cezayê disiplînê hatin.
Lijneya Disiplînê ya Zanîngeha Stenbolê di meha Sibat û Adarê ya 2002yê de civîn li dar xistin û ji bo 32 xwendekarên ku daxwazname dane Rektoriyê biryara avêtina ji dibistanê, ji bo 38an biryara dûrxistina du serdeman û ji bo 7 xwendekaran jî biryara dûrxistina serdemekê stand.
Piştî ku xwendekaran doz li dadgehên kargêriyê vekirin biryar hat standin ku cezayên disiplînê pêk neyên. Her wiha dadgehê xwest ku xwendekar karibin perwerdeya xwe berdewam bikin û bikevin ezmûnên xwe.
Di Kanûna Pêşiyê ya 2002yê de Dadgeha Kargêriyê biryar girt ku cezayên li xwendekaran hatine birîn dijyasayî ne û fesix kirin. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku daxwaznameyên ku xwendekaran dane yan jî îfadekirina fikrên wan nabe hinceta cezayê disiplînê.
Lê doza tazmînatê ya xwendekaran nehat qebulkirin. Dadgehê di hinceta xwe de diyar kir ku ji ber xwendekar dikarin bikevin ezmûnên temamkirinê hewceyî tazmînate nîne.
Serîlêdana 7 kesan a ji bo DMMEyê îro bi dawî bû. DMMEyê biryar girt ku cezayên disiplînê yên bûne sedema dirêjbûna serdema perwerdeyê ya xwendekaran mafê perwerdeyê bin pê kirine. (AS/FD)