Foto: Weşanxaneya Avesta / Facebook
Weşanxaneya Avestayê Dîwana Ce’ferquliyê Zengeliyî ya bi navê “Le Xakê Xurasanê” bi alfabeya latînî çap kiriye. Dîwan ji aliyê Mehdî Jafarzadeh û Mehmed Salih Bedirxan ve hatiye amadekirin.
Ce’ferquliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasanê ye, di sala 1799an de li Qûçanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Tê texmînkirin ku derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce’ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye. Bi tirkî, farisî û erebî jî helbest nivîsandine. Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê, Zengelî weke hozanên serdema xwe, bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.
Helbestvanê kurd ê ji Xorasanê Elîreza Spahîlayîn ango Kawa Zêdî li ser Dîwana Zengeliyî wiha gotiye: “Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce‘ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ên Xorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî. Herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.”
Helbestek ji Dîwanê
“Lêvnazik pistedehan zimanê te engebîn
We husnê te tunîni le Xeta Çîn û Maçîn
Bedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengîn
Navê ‘işqê tu megir cîgerê min meke xwîn
Sîngê te baxê Irem we xwa guleke rengîn
Je ‘işqê te le min bû dunya qaf û fê û sîn
We xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê ‘er‘er”
(FD)