Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên mafparêz derbarê mirina Velî Ersoy, zarokê girtî de daxuyaniyeke nivîskî belav kirine ku li Girtîgeha Tîpa Eyê ya Eskîşehîrê miriye.
Veli Ersoyê ku 17 salîyê, di girtîgehê de li qawîşa zarokan dihate girtin. Piştî girtina wî bi du rojan bi îdîaya ku xwe daliqandiye ew rakirine nexwexxaneyê û li vir li beşa nexweşên giran dihate dermankirin. Piştî vê bûyerê bi du rojan, di 30ê Hezîrana 2019an de miriye.
19 rêxistinan di daxuyaniya xwe de xwestine ku pêvajoya edlî û îdarî bi rêk û pêk were şopandin. Her weha ji bo ku weke di bûyerên beriya niha de pêk hatine, mirina zarokên girtî bê ceza nemînin bang li rayedaran dikin û ji wan dixwazin bi berpirsiyariya xwe tev rabin.
Pirsên rêxistinan wiha ne
* Çawa pêşî li wê çalakiyan nehatiye girtin ku xwestiye zirarê bide xwe?
* Ew çima wê rojê bi tenê hatiye girtin?
* Di dema li qawîşa zarokan bûye bi rastî jî nîqaşek di navbera wî û yên din de pêk hatiye û aqûbeta wê çi bûye?
* Hûrgiliyên derbarê hevdîtinên wî û serwîsa psikososyalê yên beriya bişînin qawîşê çi bûn?
* Divê îhmalkarî û binpêkirinên derbarî mirina wî de aşkere bibin.
Her wiha di daxuyaniye de bang li Wezareta Dadê, baroyan û rêxistinên civaka sivîl hatiye kirin ku ji bo wergirtina bersivên van pirsan û lêkolînê li ser zanyariyên nû yên di dema dadgehkirinê de derketine bikin, li gorî berpirsiyariya xwe tev bigerin.
Rêxistinên ku îmze avêtine binê daxuyaniyê
Komeleya Civaka Sivîl a Di Sîstema Girtîgehan De, Komeleya Mafên Zarokan,Weqfa Zarokan, Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê, Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat, Komeleya Eksi25, Komeleya Atolyeya Raman û Hunerê, Navenda Mafên Zarokan, Komeleya Hêviyên Ciwan, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, Komeleya Hêviyên Rengareng, Komeleya Pisporên Xizmetguzariya Civakî, Komeleya Psîkologên Tirkan, Weqfa Azadiya Ji Nû Ve Ya Ji Zarokan Re a Tirkiyeyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê,Komeleya Azadî, Bîr û Jiyanê, Hewldana Hemwelatiyan. (AS/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye