Navenda Lêkolînê ya DÎSKê (DÎSK-AR) rapora xwe ya bi navê “Rapora Xûyabûna Bêkarî û Îstîhdamê" aşkere kir. DÎSK-ARê rapora xwe li gorî encamên "Lêkolîna Hêza Kar a Malbatan ya Cotmeha 2024an" a TUÎKê amade kiriye.
Li gorî "Lêkolîna Hêza Kar a Malbatan a Cotmeha 2024an" a TUÎKê, hejmara bêkaran ji bo kesên 15 salî û mezintir li gorî meha borî 61 hezar kes zêde bûye û derketiye 3 milyon û 175 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê 0,1 pûan zêde bû û bû ji sedî 8,8.
Li gorî hesabên ku DÎSK-ARê li ser heman daneyan TUÎKê pêk aniye, bi giştî hejmara bêkaran, di Cotmeha 2024an de 11 mîlyon 245 hezar kes e.
Di rapora DÎSK-ARê de weha hatiye gotin
▶ Di Cotmeha 2022an de rêjeya bêkariyê ya sînordarkirî ji sedî 10,3 bû û hejmara bêkarên fermî jî 3 milyon û 561 hezar kes bû. Her weha rêjeya bêkariyê ya berfirehkirî ji sedî 20,4 bû û hejmara bêkaran ya berfirehkirî jî 7 milyon û 658 hezar kes bû.
▶ Di Cotmeha 2023an de rêjeya bêkariyê ya sînordarkirî ji sedî 8,5 bû û hejmara bêkarên fermî 2 milyon û 975 hezar kes bû. Her weha rêjeya bêkariyê ya berfirehkirî ji sedî 21,3 bû û hejmara bêkaran jî 8 milyon û 151 hezar kes bû.
▶ Di Cotmeha 2024an de jî rêjeya bêkariyê ya sînordarkirî ji sedî 8,8 e û hejmara bêkarên fermî 3 milyon û 175 hezar kes e. Her weha rêjeya bêkariyê ya berfirehkirî ji sedî 27,6 e û hejmara bêkaran jî 11 milyon û 245 hezar kes e.
▶ Her çend di du salên dawî de hejmara bêkaran 386 hezar kes kêm bibe jî, hejmara bêkaran a berfirehkirî 3 milyon û 587 hezar kes zêde bûye.
(AEK/AY)