Dîroknas û bernamegera Tele 1ê Dr. Çigdem Bayraktar Or duh bi şev hat desteserkirin.
Hate zanîn ku Bayraktar Or bi tohmeta ku “heqaret li serokomar kiriye” û “ji ber wezîfeya wî/wê heqaret li karmendê dewletê kiriye” hatiye desteserkirin û weke sedem jî parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî hatiye nîşandankirin.
Hat destnîşankirin ku Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê derbarê parvekirinên Or yên medyaya civakî de lêpirsîn da destpêkirin.
Dr. Bayraktar Or duh bi şev ji bo karên pêşîn ên îfadeyê birine Rêvebiriya Emniyetê ya Vatanê.
Serokê Bajarê Stenbolê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Çelîk der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û diyar kir ku dê pêvajo li gel parêzer û komîsyona hiqûqê ji nêz ve bê şopandin.
Îsmet Orhan jî hat desteserkirin
Rojnameger û nivîskar Îsmet Orhan jî duh bi şev di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kiribû ku ew hatiye desteserkirin. Orhan da zanîn ku sedema desteserkirinê ew hê nizane.
Orhan piştî du saetan serbest bû.
(EC/AY)