Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê ragihandiye ji ber ku li gumrika Pekînê nexweşê Covîd-19ê hatiye tespîtkirin, dîroka wergirtina vaksînên ku wê li Çînê bihata careke din hatiye taloq kirin.
Kocayî weha gotiye, “Ji ber ku li gumrika Pekînê nexweşê Covîd-19ê hatiye tespîtkirin, karên ku li wê gumrikê tên kirin bi awayekî demkî hatine rawestandin. Ji ber vê şandina vaksînên me rojek duroj hatiye taloqkirin.”
Cara duyeme tê taloqkirin
Tirkiyeyê 50 mîlyon doz vaksîna vîrusa koronayê ji şîrketa Sînovaca Çînê xwestibû. Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê gotibû, ev vaksîn li yekîneyên Tirkiyeyê bi dema du hefteyan wê bê ceribandin.
Dîroka teslîm girtina vaksînan cara yekem ji bo 11ê Kanûna Pêşiyê hatibû diyarkirin. Piştre hatibû gotin ku ji ber “prosedûrên li Çînê” teslîm girtina vaksînan ji bo sala nû maye.(TP/AY)