Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dîmenên nû yên dema êrîşa li Malbata Şenyaşarî bûye derketine holê.
Di 14ê Hezîrana 2018an de li Pirsûsê ya navçeya Rihayê pasevan û xizmên parlamentere berê yê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizî êrîşî malbata Şenyaşarî kiribû.
Li gorî nûçeya Mahmût Altintaşî ya di MAyê de hatiye weşandin, dîmenên derketine holê, ên lêkolîna polîsan e ku piştî êrîşa li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li Malbata Şenyaşarî bûyê, ji bo lêkolînê çûne wir.
Di dîmenan de tê dîtin ku erd û dîwarên odeya nexweşxaneyê bi xwîne hatine seyandin. Di dîmenan de her weha dendikên guleyan jî tên dîtin ku êrîşkaran bikar anîne.
Di berdewama dîmenan de polîsek, lêkolînê li ser du çekan û guleyên di jerjorên wan de ne dike.
Her wêha gelek camên pencere û deriyên odeyên nexweşxaneyê, kelûpel, hemû cîhazên di odeya tomarkirina dîmenên kamerayên ewlehiyê de ne bi keviran hatine şikandin.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (RT/FD)