Fotograf: MA
Parlamento wê îro dest bi xebata xwe ya heftaneyê bike û di Civata Giştî te wê Projeyasaya Derbarê Guhertina Yaseya Rêziknameya Bacê û di Hin Yaseyan de gotûbêjkirin.
Di nava vê projeyasayê de hin xal hene ku derbarê cemxaneyên elewiyan û statuya wan de ne.
Li gorî pêşniyazyaseyê, wê Wezareta Çand û Tûrîzmê mesrefên ronîkirina cemxaneyan bide.
Şaredarî û rêveberiyên taybet ên bajaran ji bo vexwarinê û bikaranîna tiştên din wê bikaribin avê belaş bidin cemxaneyan. Her weha wê mesferên temîrkirina cemxaneyan jî bikaribin bidin. Di planên avahîsaziyê de wê cemxane jî hebin.
Lê sazî û nûnerên elewiyan, diyar dikin ku projeyase têrê nake û projeyaseyê elewîtiyê weke “pirsgirêkekê” penase dike û ji ber wê jî li dijî vî projeyaseyê derdikevin.
Sazî û nûnerên elewiyan bi vê mebestê, xwestin biçin ber Meclîsê û çalakiyekê li dar bixin. Saziyên elewiyan yên ku piştgirî dane vê çalakiyê ev in:
Federasyona Elewî û Bektaşiyan (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê (AABF), Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Haci Bektaşî (HBAKV), Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî (PSAKD) û Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD).
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Pîrî (PIRHA), sazî û nûnerên elewiyan ên ji derveyî Enqereyê hatine li Bazara Ayranciyê kom bûne. Ji bo ku biçin bal koma li ber Meclîsê sekiniye xwestine bimeşin. Polîsan gotiye ku ew destûrê nadin meşê û bi rengekî tund midaxele li wan kiriye.
Komek çalakvan birîndar bûne
Polîsan di dema midaxeleyê de gaza rondikrêk û ava şid bikar aniye. Gelek kes birîndar bûne. Digel midaxeleya polîsan komê barîkat derbas kirine û çûne ber Meclîsê.
Li ber Meclîsê civîneke çapemeniyê hatiye lidarxistin. Di dema çalakiyê de sloganên, “Em ê nebin elewiyên dewletê, “AKP yaseya te bila serê te bixwe”, “Em elewi ne em mafdar in û em ê biser biknevin” hatine berzkirin. Her weha pankartek vekirine ku li ser wê nivîsa, “Elewîtî nakeve nava torbeyî” hebû, vekirine.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiye Gel a Komarî (CHP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) piştgirî dane elewiyan.
Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) Celal Firatî metna hevpar a ku hatiye amadekirin, xwendiye.
"Dixwazin elewiyan ji koka wan dûr bixin"
Firatî, diyar kiriye ku polîtîkaya bişaftinê ya AKPyê ya li dijî elewiyan didome: "Elewiyên ku di sedsala ewil a komarê de weke hemwelatiyên wekhev nedihatin qebûlkirin, di sedsala duyan de jî hewl didin wan ji ji kokên wan dûr bixin. AKPyê "Projeyaseya Derbarê Yaseya Rêziknameya Bacê û Hinek Yaseyan" derxist û ronîkirina cemxaneyan û lêçûnên av û xebatkaran hildigire ser xwe. Lê pirsgirêka elewiyan bi vî awayî çareser nabe. Bi vê qanûnê re perestgeha elewiyan cemxane, weke pirsgirêkekê hatiye nîşandan. Bi vê pêşnûmeqanûna dawî re AKP, baweriya elewîtiyê û nasnameya wê înkar dike. Li gorî xwe pênaseya elewîtiyê dike. Elewîtiyê weke hêmayeke çandî ya girêdayî kevneşopiya sûnîtiyê nîşan dide. Bi vê yekê re jî heqaretê li me dike. Biryarên DMMEyê û daxwazên elewiyan li holê ne. AKP bi vê pêşnûmeqanûnê re çareseriyê tune dike. Weke her carê em dibêjin; elewî hene, elewî li vir in û elewîtî heq e.
"Desthilatdariyên siyasî neçar in ku di sedsala nû ya komarê de têkiliya di navbera welat û hemwelatîtiyê de dîsa şîrove bikin û bi makeqanûneke nû ve tacîdar bikin. Em wisa bawer dikin ku dikarin bi yekitiya xwe ya civakî û berxwedêriya xwe, li ser esasê wekheviyê pêşerojeke laîk ava bikin." (FD)