Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Yek ji şêweyên sergirtî yan jî nixumandî yên tundkariya mêran e piştevanî ango alîgiriya hêzê. Ev e ku mirovan di bin navê “serketî” û “binketî” de dike du beş û hewl dide ku beşdarî beşa serketiyan bibe. Dîsa ev e ku bi bêhişî xwe dixe şûna beşa serketî û ûcdanê xwe winda dike ku di encamê de kor dibe. Piştî hêz zêde dibe famkirina ji halê yekî kêm dibe. Rewşên îstisna ne tê de ev e helwesta mêran a karakterîstîk.
Di fînala Rocky IVê de (1985, Sylvester Stalone) digel ku ez zarok bûm û digel ku min sedema wê bi awayekî baş fam nekeribe jî, beşek ku bi zelalî tê hişê min û bi min xweş nehat hebû.
Rocky diçe Moskowayê û derdikeve pêşberî Ivan Drago boksorê Rûsî. Rocky li deplasmanê ye. Hemû temaşevan piştgiriya boskorê Rûs dikin. Ivan Drago serkeftî dest bi maçê dike. Rocky di bin sloganên bicoş ên gelê Rûs de kulman li ser kulman ji Ivan Dragoyî dixwe ku weke cinawerekî bêhest te dîtin.
Hindik maye ku têk biçe. Lê piştî ku gelek kulman dixwe, bilez tê ser hişê xwe û di pêşbirkê de dikeve pêş. Ji nişkê ve rewş diguhere.
Piştî ku Rocky kulman dadiweşîne li ser laşê Dragoyî, alîgirên coşdar ên boksorê Rûsî hêdî hêdî xwe ji pişta wî vedikişînin û li şûna slogana “Drago, Drago, Drago”, bi slogana “Rocky, Rocky, Rocky” salonê dihejînin.
Rocky rikberê xwe li erdê pan dike û di axavtina xwe ya şampiyoniyê de dibêje, “Helwesta we ya li hemberî min guherî. Ihtimala guhertinê ji bo me hemûyan heye. Ihtimal heye ku hûn jî biguherin.”
Rocky li wê salona ku li dîwarên wê posterên Marx, Engels û Lenînî hatiye daliqandin û li jora wê stêrkeke sor a gewre heye diaxive. Bêgûman ev axavtin propagandayeke şerê sar a ku herî ji rêzê ye.
Lê li vir mijareke din a tarî heye ku ew jî daxwaza piştevanî ango alîgiriya kesê bi hêz e. Ev dîmena kevn a ku di zaroktiya min de bi min nexweş hatibû îro min gelekî aciztir dike.
Çîroka narîn a filmê Sivasê (Kaan Mujdecî, 2014) ku min salên borî lê temaşe kiribû jî ev rastiya civakê ya balkêş bi rengekî xemgîn anîbû bîra min.
Di destpêka filmî de kurikê bi navê Aslan, xwedîtiyê li kuçikê ku cisnê wî kangal e dike. Aslan ew kûçike ku piştî şerê kûçikan weke berate avêtine. Wî xwedî dike û wî ji mirinê vedigerîne.
Aslan û kûçik dibin heval û paşê navê wî dike Sîvasî. Lê çîroka me ne weke çîroka Dost Lassieyê ye. Sîvas yek ji wan kûçikan e ku ji bo şerê kûçikan hatiye xwedî kirin. Li şûna ku li bexçe bimelise, divê şerê kûçikan bike. Şîretên ku mêrên derdorê bi yek dengî li Aslanî dikin, vediguhezin fişara derdorê ya li ser wî.
Aslan ditirse tiştek bi serê kûçikê wî were ku nû bi ser hişê xwe ve hatiye û qebûl nake. Dibêje ku “Ez kûçikê xwe naxim nava şer”. Lê ew mêrên ku li derdora wî ne piştî demekê vî tiştî bi wî didin qebûlkirin.
Aslan bêyî xwesteka xwe Sîvasî dixe nava şerê kûçikan. Û piştî ku dibîne kûçik bi ser dikeve kêfa wî jî ji vê rewşê re tê. Aslan ku pêşiyê alîgiriya yê binketî dike, bi zêdebûna temenê xwe re nêzîkî wê cîhana mêran dibe ku dixwazin alîgirê serketiyan bin.
Li hêlekê dilê wî bi Sîvasî tê, lê li hêla din jî dixwaze wî weke nîşaneya mêraniya xwe li gel xwe bigerîne û di nava vê dudiliyê de dimîne. Li hêlekê ihtimala zerardîtina kûçikê wî weke sawekê di laşê wî yê biçûk de ye û dîsa di heman laşî de ew xwesteka serwextiyê ya di rêya mêrtiyê de cî digire. Ev her du hest di vî laşî de bilind dibin.
Çawa ku meyla alîgiriya hêzê yek ji tundkariya mêran a sergirtî ango nixumandî ye, helbet hin têgehên qalipgirtî hene ku tundkariya mêran dinixumîne, wê rewa dike heta wê şîrin dike.
Ev ew cûre gotinin ku bi vebêjên serdest, bi mînakên çanda populer û derbirînên gel ve her gav lê tê sorkirin. Ez ê hewl bidim ku yên yekser tên bîra min binivîsim:
- Mêr weke zarokan in. Mirov nizane wê kengî û li ku çi bikin.
- Helbet sînorek ji sebra mêrê xwînger re heye.
- Car caran “ji bo exlawekî hê bilindtir” divê mirov serî le tundiyê bide.
- Dabînkirina edaletê cî tê dikeve ser milê mêran. Parastina sîstemê ya dijqanûnî divê têkeve dewreyê, di van rewşan de divê mirov xwedî li hiqûqa xwe derkeve.
- Heke ku mêran bi awayekî li hev kiribin, wan hevalbendî di navbera xwe de saz kiribin, wê gavê ti pirsgirêk nîne. Heke na pirsgirêk hene.
- Heta ku tu tolê ranekî, tu nikarî di nava aramiyê de bijî. - Di hin rewşan de divê tu guh nedî hişê xwe, lê bi hestên xwe bawer bibî.
- Kesê ku hez dike dikare her tiştî bike! (HB/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 HEFTE 52 MÊR
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |