Duh xwepêşandanên nerazîbûna li dijî mirinq keça Kurd Jîna Mehsa Emînî li Rojhilatê û Îranê roja xwe ya 10an derbas kiriye û li hin bajaran xwepêşandan berdewam bûne.
Li Rojhilatê herî zêde xwepêşandan li bajarên Sine, Merîwan, Qurwe, Bokan û Kirmaşanê bûne.
Her weha li Kirmaşanê teqe li xwepêşanderan hate kirin û di navbera xelkê û hêzên ewlekariyê de alozî derketiye.
Li gorî nûçeya Rûdawê li Îranê jî xwepêşandanên berfireh li çend navçeyên cuda li Tehranê, û herweha li bajarên Yezd, Tewrêz û Sawe hebûne.
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê derbarê xwepêşandanan de amareke nû belav kiriye û ragihandiye ku ji roja destpêka xwepêşandanan ve heta roja 26ê Îlona 2022an herî kêm 76 xwepêşander mirine. Her weha 6 ji wan jin û 4 jî zarok in.
Li gorî daneyên rêxistinê piraniya kuştiyan ji bajarê Mazenderan a li bakurê Îranê ye ku di xwepêşandanên wî bajarî de 25 kes mirine.
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê daye xuyakirin ku piştî Mazenderanê, bajarê Gîlan û Urmiyê bi pileya duyem û sêyem tên ku li her yek ji wan bajaran heta roja 26ê Îlonê 10 mirine.
Berî du rojan televîzyona fermî ya Îranê ragihandibû ku di aloziyên wî welatî de 41 kes mirine.
Bi giştî li Rojhilatê 18 kes di xwepêşandanan de mirine, lê hatiye gotin ku hejmara kuştiyan ji wê hejmarê zêdetir e.(AY)
Çavkanî: Rûdaw