Li sindoqa bi hejmar 1234 a li Bismilê 233 dengên Partiya Çep a Kesk ji bo MHPê hatine nivîsandin.
Partiya Çep Kesk di sindoqa bi hejmar 1234 a li Dibistana Seretayî ya Esma Ocak a navçeya Bismil a Amedê bi 233 dengan partiya yekemîn derketiye. Di vê sindoqê de 279 hilbijêran dengê xwe dane. Partiya Maf û Azadiyan dengek, Tevgera Komunist a Tirkiyeyê dengek, Partiya Yenîden Refahê dengek, Partiya Yekitiya Hêzê dengek, Partiya Çep dengek, IYI Partî 2 deng, Partiya Yekitiya Mezin 3 deng, Partiya Gel a Komarî 4, AKPê 20 û Partiya Çep a Kesk jî 233 deng wergirtiye. Ji bo MHPê jî tu deng derneketine.
Her wiha 12 deng jî hatin betalkirin. Dengek, bi girteka bi îmzeya şil hatiye qeydekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hatiye tespîtkirin ku 233 dengên Partiya Çep a Kesk ên di wê sindoqa navborî de derketine, ji bo MHPa ku tu deng negirtibûn hatine nivîdandin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy têkildarî mijarê daxuyanî daye û wiha gotiye: “Gelek sindoqên mîna vê sindoqê hene ku deng ji bo MHP’ê hatine nivîsandin. Hemû girtekên bi îmzeya şil û qeydên li pergala daneyan a YSK’ê hatine barkirin me dan ber hev û em ê îro îtîrazê bikin.” (AY)