Fotograf: Esra Bîlgîn-Beyoglû, Stenbol / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya wezaretê qedexeya derketina derve ya ji bo sersalê îşev di saet 21.00an de dest pê dike û heta sibeha Duşemê wê bidome. Qedexeya derketina derve wê bi maweya 3 rojan bidome.
Li gorî giştnameya ku ji 81 walîtiyan re hatiye şandin, qedexeya derketina derve di saet 21.00ê êvara Pencşema 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an dest pê dike û heta saet 05.00ê sibeha Duşema 4ê Kanûna Paşiyê ya 2021ê didome.
Di giştnameyê de hatiye destnîşankirin ku derketina derve, lidarxistina şahiyên sersalê, ji bo pîrozkirina sersalê kirêkirina vîla û avahîyan qedexene.
Di vê demê de bi tenê kesên ku wezaretê diyarkirine û li ber qedexeyan nakevin, dikarin derkevin derve. Her weha nimêja înê jî li ber qedexeyan nakeve. Welatiyên ku dixwazin biçin nimêja înê bi şertê ku wesayîtê bikarneyînin, dikarin biçin mizgeftekê nêzîkî cîhê ku lê dimînin.(AS/AY)