Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêncem rapora "Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û Çapemeniyê" ya ku Expression Interruptedê hatiye weşandin. Expression Interrupted yek ji karên Platforma Rojnamegerên Serbixwe (P24) ye.
Daneyên di raporê de li gorî dozên li rojnamegeran hatine vekirin û çavkaniyên vekirî hatine berhevkirin. Di raporê de daneyên sê mehên destpêkê yên sala 2022yê hene.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku hejmara rojnamegerên girtî kêm bûye lê lêpirsîn û doz bênavber didomin û di encamê de, zext û zora darazê ya li ser rojnamegeran kêm nebûye.
Dîsa di vê demê de 101 rojnameger hatine dadgehkirin. Di van dozan de 5 jê ne welatiyên Tirkiyeyê bûn, li ser hev 173 rojnameger hatine dadgehkirin. Di encama van dadgehkirinan de, 16 rojnameger li ser hev bi cezayekî miebetê û 65 sal û 7 meh û 27 roj cezayê girtîgehê hatin cezakirin. her weha 42 hezar û 500 TL cezayê tezmînatê û 7 hezar û 80 TL jî cezayê edlî li rojnamegeran birîne. 17 rojnamegeran beraet kiriye.
Li dadgehan rojnameger herî zêde bi tohmeta "terorê" hatine dadgehkirin. Piştî wê jî bi tohmeta ku "heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye" û "heqaret li Serokomarî kiriye" hatine dadgehkirin.
Di heman demê de derbarê 7 rojnamegeran de 8 dozên nû hatine vekirin. Di dema şopandina nûçeyan de 16 rojnameger hatine desteserkirin, derbarê 11 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin.
Rojnamegerek hatiye kuştin
Di wê dema ku rapor behsa wê dike, êrîşên li dijî rojnamegeran, bûye sedema kuştina rojnamegerekî. Êrîşeke çekdarî li dijî xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê Güngör Arslanî pêk hatiye û Arslan miriye. Lêpirsîn hatiye vekirin û di encamê de 10 kes hatine desteserkirin. Yek jê li derveyî Tirkiyeyê, bi kêmanî êrîşî şey rojnamegeran kirine.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(HA/FD)