Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” ya mehên Nîsan-Gulan-Hezîranê aşkere kiriye.
Rapor bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHDê hatiye eşkere kirin. Rêveberên ÎHD’ê tevlî daxuyaniyê bûne. Rêveberên ÎHDê diyar kirin ku wan raporê bi rêya faks û nameyên girtiyan, serlêdanên parêzer û malbatan ên derbarê binpêkirinan de amade kirine. Her weha rapor ji 52 rûpelan pêk hatiye.
Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Silîvriyê, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1 û 2an a Tîpa Fê, Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa Fyê, Girtîgeha Metrîsê ya Jimara 2an, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Jimara 1an a Tîpa Tyê, Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan, Girtîgeha Denîzliyê ya Tîpa T’yê, Girtîgeha Elmaliya Antalyayê ya Vekirî, Girtîgeha Maltepeyê ya Jimara 1an, Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Ewlehiya Bilind, Girtîgeha Panosê ya Vekirî, Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jimara 1an a Tîpa Tyê, Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîrê ya Tîpa Tyê, Girtîgeha Bodrûmê yaTîpa Syê cih digirin.
Serlêdanên sê mehan hatine komkirin
Li gorî raporê, di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan 43 serlêdan, li Girtîgeha Silîvriyê 16 serlêdan, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1 û 2’yan a Tîpa F’yê 10 serlêdan, li Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa T’yê 5 serlêdan û li girtîgehên din 17 serlêdan ji bo komeleyê hatine kirin û bi giştî 90 serlêdan hatine kirin. Di raporê de hat gotin girtiyên edlî 17 serlêdan û girtiyên polîtîk jî 74 serlêdan kirine. Ji serlêdanan 42 serlêdan ji aliyê jinan ve, 2 serlêdan ji aliyê LGBT+’an ve û 47 serlêdan jî ji aliyê girtiyên mêr ve hatine kirin. Di serlêdanan de gelek binpêkirinên mafan cih girtin. Di 26 serlêdanên meha nîsanê de 413 binpêkirin, di 10 serlêdanên meha gulanê de 175 binpêkirin û 55 serlêdanên meha hezîranê de jî 651 binpêkirin hatine tespîtkirin. Li gorî vê yekê hezar û 239 binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine tespîtkirin. Bi rêya lêkolîna li ser çapemeniyê jî 350 binpêkirin hatine tespîtkirin û hem di serlêdanan de hem jî bi rêya çapemeniyê bi giştî hezar û 589 binpêkirin qewimîne.
İşkence û lêdan
Seroka ÎHDa Stenbolê Gulseren Yolerî di civînê de axivîye û destnîşan kiriye ku girtî ji bo çareseriyê dikevin greva birçîbûnê û ji ber îşkenceya li girtiyan tê kirin û cezayên dîsiplînê li girtiyan tê birîn, girtiyan ber bi xwe kuştinê ve dibe.
Yoleriyê destnîşan kiriye ku ji girtîgehên Tîpa S û Yê agahiyên zêdebûna binpêkirinên mafan tên û hemû binpêkirin rê li ber tecrîdê vedikin. Yolerîyê daye zanîn ku ji bo dawî li sepana tecrîdê bê daxwaz û serlêdan nayên qebûlkirin.
(AS/AY)