Di salvegera mirina Tahîr Elçîyî de ew ê bi belgefîlmekê bê yadkirin
BAROya Amedê dê di salvegera duyem a mirina Tahîr Elçîyî de, di 28ê Çiriya Paşiyê de bi belgefîlma “Kirik Saat(Sieta Şikestî) wî yad bike.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
BAROya Amedê dê di salvegera duyem a mirina Tahîr Elçîyî de, di 28ê Çiriya Paşiyê de bi belgefîlma “Kirik Saat(Sieta Şikestî) wî yad bike.
Derhênerên belgefîlmê Rabîa Çetîn û Sînem Babûl in. Alpay Yavûzî çîroka belgefîlmê honandiye, mûzîk ya Firat Alkiş, Hûsmû Arkan û Mehmûdê dengbêj e.
Bixwîne - Tahir Elçî li cihê hatibû qetilkirin de hat bîranîn
Çêkera belgefîlmê Sînem Kabûl e.
Sponsorên belgefîlmê Bûrsa Objectiveyê, BAROya Amedê û TOHAV e.
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin. (AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.