Di salekê de li Sûriye û Yemenê bombe li 77 nexweşxaneyan hatine dayin
Bijîşkên Sînornenas(MSF) da zanîn ku di salekê de êrîş li 77 nexweşxaneyan hatine kirin. Di çar rojên paşiyê de li helebê çar caran êrîş li nexweşxaneyan hatine kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bijîşkên sînornenas di salvegera êrîşa Kûndûzê de daxuyaniyek belav kir. Li Kûndûza Afganîstanê di êrîşekê de 42 xebatkar û nexweşên nexweşxaneyê miribûn.
Bijîşkên sînornenas dan zanîn ku êrîş li 77 nexweşxaneyên wan û nexweşxaneyên ku ew piştgiriya wan dikin hatine kirin.
LGNY biryar da lê tiştek neguherî
Piştî êrîşa Kûndûzê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî(LGNY) biryar daye ku divê nexweşxaneyên li herêmên şerî bêne parastin. Lê MSFyê da zanîn ku di 5 mehên paşiyê de tiştek neguheriye. (AS/MB)
Wêne: MSF, Kunduz
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.