Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Akademisyen Emîne Karakitapoglû ya li Swêdê li Zanîngeha Uppsala Sverige Landbruksê mastera xwe qedand û li ser ragihandin û pevçûnên jiyangehê xebatên pisporiyê didomîne tevlî 2 akademisyenên Swêdî raporeke derbarê penaberiya iqlîmê de raporek amade kirin. Di beşa duyem a raporê de texmînên derbarê dahatûyê de hatine rêzkirin.
Rapor di bin banê FORES saziya ramanê de hatiye amadekirin ku navenda saziyê li Stockholmê ye. Di raporê de tê pêşbînîkirin ku ji ber karesatên di encama guhertina iqlîma kurewî de, heta sala 2050yî 200 milyon mirov neçar bimînin ji welatên xwe derkevin. Di heman raporê de cî dane lêkolîn û texmînên zanistî yên Prof. Frank Bierman ê ji Zanîngeha Ultrechê û Alîkarê Prof. Ingrid Boas ji Zanîngeha Wageningenê ku texmînên derbarê salên 2080 û 2085ê de ne.
Pêlên bahozan wê bandorê li 225 milyon kesan bikin
Di nirxandinan de hatiye destnîşankirin ku li gori mekanîzmayên parastinan yên di şert û mercên îro de, bi 38 santîmerte bilindbûna asta behrê re, di sala 2080yî de her sal wê 225 milyon û 560 hezar kes di bin bandora bahozan de bimînin.
Hejmara ku wê di bin bandora vî tiştî de bimîne
Li gorî vê encamê li Başûrê Behra Spî 13 milyon, li Rojavayê Afrîkayê 36 milyon, li Rojhilatê Afrîkayê 33 milyon, li Başûrê Asyayê 98 milyon, li Rojhilatê Başûr ê Asyayê 43 milyon, li Karayîpê yek milyon û 350 hezar, li Okyanûsya Hîndê 920 hezar û wê li Pasîfîkê jî 290 hezar kes di bin bandora bahozan de bimînin.
Heke ku şert û mercên parastinê werin xurtkirin hejmara kesên ku wê di bin bandora bahozan de bimînin ji 225 milyon kesan dakeve 91 milyon û 180 hezar kesan.
Germahî wê 2-3 pile bilind bibe
Di heman raporê de tê gotin ku bi bilindbûna 2-3 pileyan a germahiyê re di sala 2085ê de li gorî texmînên herî baş 463 milyon kes, li gorî senaryoya herî xirab jî wê 5 milyor û 315 milyon kes bêav bimînin.
Hejmara kesên ku wê bêaviyê bikişînin li gorî welatan wiha ye
Bakurê Afrîkayê 155-599 milyon, Rojhilat û Başûrê Afrîkayê 15-529 milyon, Rojavayê Afrîkayê 27-517 milyon, Başûrê Asyayê 39-812 milyon, Rojavayê Asyayê 95-492 milyon, Navenda Asyayê 14-228 milyon, Rojhilatê Asyayê 41 milyon-milyarek û 577 milyon, Navenda Amerîkayê 5-246 milyon, Başûrê Amerîkayê 72-272 milyon, Karayip 0-73 milyon.
Li gorî heman daneyan li welatên Rojavayê Asyayê ihtimala herî baş 95 milyon ya herî xirab 492 milyon kes wê di bin xetereya bêaviyê de bijîn ku Tirkiye jî di nav de ye. (PT/FD)
Çavkanî: DHA