Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku xizmekî nexweşekî/ê di 6ê Tîrmeha 2022yê de li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê Dr. Ekrem Karakayayî kuşt, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Enqereyê, Tekîn Bîngolî daneyên tundkariya li karmenên tenduristiyê bûne, berhev kiriye.
Dema tundkarî li tenduristkaran dibe, di bin navê “Koda Spî” de daxwaza alîkariyê dikin û serî li Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê (SABIM) didin. Tekîn Bîngolî dane ji van saziyan û zanyariyan berhev kirine.
Her sal zêde dibe
Li gorî xebata Bîngolî, her roja ku diçe hejmareke zêdetir karmendên tenduristiyê serî li “Koda Spî” didin.
Cara pêşiyê daneyên derbarê “Koda Spî” de, di Rapora Kar û Xebatên sala 2017ê yên Wezareta Tenduristiyê de cih girtine.
Li gorî vê raporê:
Di sala 2017ê de 7 hezar û 751.
Di rapora sala 2018ê de cih nedane daneyan,
Di sala 2019ê de 46 hezar û 274,
Di sala 2020ê de 72 hezar û 158,
Di sala 2021ê de 101 hezar û 984.
Piştgiriyeke hindik a hiqûqî didin
Li gorî Rapora Kar û Xebatên sala 2021ê ya Wezareta Tenduristiyê, di sala 2021ê de 27 hezar û 560 caran ji bo tundkariya li karmendên tenduristiyê bûye, serî li SABIMê hatiye dayîn. Di raporan de nehatiye nivîsandin bê ka Wezaretê ji bo van gefxwarin û tundkariyan ketiye nava hewldaneke hiqûqî yan na.
Di heman salê de Wezaretê bi tenê ji bo ji sedî 10ê serlêdanan piştgiriya hiqûqî daye.
Daneyan nadin
Seroka Desteya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) di 27ê Gulana 2022yê de ji nûçegîhana bianetê, Rûken Tûncelê re behsa serlêdanên “Koda Spî” kiribû û gotibû:
“Wezareta Tenduristiyê hemû daneyên derbarê Koda Spî de nade. Me dikarîbû daneyên sala 2020yê de bistînin û me dît ku tundkarî herî zêde li beşên lezgîn, polîklînîk û bêhtir li nexweşxaneyên dewletê pêk tên. Xuyaye li van deran hin tişt rast nameşin.” (TY/FD)