Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya sala 2020an a derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye. Li gorî raporê di sala 2020an de herî hindik 2 hezar û 427 karker mirine. Par ev hejmar hezar û 736 bû.
ISIGê ji sedî 66ê zanyariyan ji nûçeyên çapemeniya netewî, ji sedî 34 jî ji hevkarên karkeran, malbat, pisporên ewlehiya karî, doktorên kargehan, sendîka û çapemeniya herêmî berhev kiriye.
Meh bi meh hejmara karkerên mirine
Di meha Kanûna Paşiyê de herî hindik 114, di Sibatê de herî hindik 132, di Adarê de herî hindik 113, di Nîsanê de herî hindik 223, di Gulanê de herî hindik 166, di Hezîranê de herî hindik 190, di Tîrmehê de herî hindik 164, di Tebaxê de herî hindik 218, di Îlonê de herî hindik 211, di Çiriya Pêşiyê de herî hindik 232, di Çiriya Paşiyê de herî hindik 308, di Kanûna Pêşiyê de jî herî hindik 356 karker mirine.
Ji sedî 83yên wan karker û karmend in
Di sala 2020an de 2 hezar û 23 karker û karmend û 404 cotyar û esnaf mirine. Yanî ji sedî 83yên wan kedkar in.
Di sala 2020an de 148 karkerên jin, 2 hezar û 279 jî karkerên mêr mirine.
Temenê karkerên ku mirine wiha ye
22 karker 14 salî û berjêrtir,
46 karker di navbera 15-17,
258 karker di navbera 18-27,
708 karker di navbera 28-51,
159 karker 65 û berjortir bûye.
Temenê 155 karkeran nehatiye zanîn.
Penaberên karker
Di sala 2020an de 101 penaberên karker mirine. Welatên ku jê hatine wiha ye:
48 karker sûrî, 28 karker afganî, 5 karker turkmenistanî, her yek 4 karker gurcî û ozbek, her yek 2 karker azerî, îranî, rûsî û ûkraynî, her yek karkerek bulgar, ıraqî, nepalî, pakistanî.
Ji karkerên ku di saha 2020an de mirine bi tenê 109 ji wan endamên sendîkayan bûne. 2 hezar û 318 karker ne endamên sendîkayan bûne. (AO/FD)