Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daye zanîn ku di sala 2019ê de li hemî welatan 49 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê hatine kuştin.
RSFyê daye zanîn ku li cîhanê 57 rojnameger hatine revandin û 389 rojnameger jî di girtîgehan de ne.
RSFyê ragihandiye ku rojnamegerên hatîn kuştin dema karên xwe dikirin an jî ji ber karê xwe hatine kuştin. Di 16 salan de jimara herî kêm a kuştina rojnamegeran jimara îsal e.
Ji 36 rojnamegerên hatîn kuştin 36 kes rojnamegerên profesyonel bûne. 10 rojnamegerên amator û 3 jî karmendên organên medyayê bûne.
31 kes bûne armanca kuştinê.
Li Tirkiyeyê rewş çi ye?
Rapora Çavdêrîya li Medyayê ya BIAyê ya ku serdema Tîrmeh-Tebax-Îlona 2019ê nîşan dide ku 212 rojnameger bi sûcên" endamtî an propagandaya rêxistinê ", “armanckirina Qanûna Bingehîn” “sivikkirina saziyên dewletê” têne dadkirin. Dadkirina rojnamegeran bi guhertina qanûnên TCK, TMK, Saziya Pîyaseya Sermayeyê têne dadkirin û dozger dixwazin rojnameger bêne girtin.
Rapor eşkere dike ku ya kêm 13 xebatkarên medyayê di protestokirina neh "qeyûman" de hatine desteser kirin, sê rojnameger (du bi êrişên çekdarî, yek bi tundûtûjiya polîsan) birîndar bûne û ya kêmî 577 nûçeyên Internetnternetê bi biryara Dadgerîya Silh û Cezayî hatine asteng kirin.
(HA/MB)